Di xwendina her berhemekê de hin pirs carna bi navnîşana berhemê re, an piştî xwendina çend hevok an jî çend rûpel û mijaran serî hildidin, û belkî ew pirs bi dirêjiya xwendinê li gel xwîner bimînin, nemaze dema ku xwîner di nav xêz û rûpelan de rastî bersiva ku dixwest nayê, û bi rastî pirsa pêşî jî di vê berhemê de ev bû: Gelo çima nivîskar pirtûka xwe di warê rêzbendiyê de kiriye pexşan tevî ku di gelek rûpelan de em rastî diyalog û helbestan tên û carna em dighên warê raman û felsefeyê jî? Û pirsa duyem jî texmînî bû, ji ber ku di dilê xwe de min got: Gelo ma hingî ku helbest têne nivîsîn û weşandin nivîskarê vê berhemê xwestiye ku çolbir here? An rêyeke xwe taybet hilbijêre, an bi hevalên xwe yên nivîskar re bêje: Hevalno cureyên nivîsê pir in û xaka çanda kurdî pêdiviya wê bi hemû cureyên nivîsînê heye, ma çima beşekî ji we tenê xwe li helbestê girtiye û ji wê meydanê danagere? Û beşê dî jî êdî cihê xwe di romanê de xweş kiriye û nema ji wê cîwarî tête der. Gelo ma nivîskarê vê berhemê dê bikaribe berê hevalên xwe ber bi cihên neajotî ve ji zeviya çanda kurdî bide, û dê di hewldana xwe de serkeftî be an pêngava xwe de têkçûyî be? An armanca wî ew e ku ne mîna kesî be û tiştekî cuda pêşkêşî xwendevanan bike? Lê tiştê ku min hîs kiriye ku ev camêr dixwaze di her çend hevokan de peyamekê deyne pêşiya xwendevanan, an ramanekê di ber guhên wan re bibe û bîne, û hejmarek mezin ji mijar û helwest û rexne û nerînan li ber çavan raxîne, tabî pirs gelek in lê wekî têgihiştime, nivîskar karibû bi dehan raman û texmîn û nerîn û diyalog di rêya nivîsên kurt re bigihîne xwîneran.
Di pirtûkê de rexneyên di warê têkliyên evînî de hin caran derbas dibin, nemaze dema ku kesê dildar rewşa yarê xwe di ber çavan re nagire, û carna gelek diyalogên balkêş jî di pirtûkê de em dixwînin, wek diyaloga ku nivîskar xwestiye peyamekê derbarê xwenaskirinê tê re bighîne xwîneran, herwiha gelek perçeyên rexneyî derbarê babetên curbicur cih girtine, nemaze piştî ku platformên agahiyên civakî bûne meydana xebatê li şûna qadên şer û cengan, û êdî têkoşîna bi galegal û peyvan şûna her tiştî digire, ji ber ku mirovê bi çi awayî sûdê li dê û bav û xizm û kesî ji welêt nake, û li şûna ku bêdeng bimîne ji ber rewşa xwe ya qels ve, lê hîn bi ser de gotinên mezin jî derbarê welêt sibehê ta bi êvarî li ser rûpel û dîwarê xwe yê taybet dadiliqînê û ji ber ku pîvan li asîman nîne, vêca ew cure mirov kesî li pêşiya xwe nabîne, û ji ber ku mijar tenê gotine û pabendî li baniyê entirnêtê bicarekê nîne, lewra yê ku di hundirê mala xwe de têkçûye, xwe wekî bîrdozekî pêşkêş dike û temîniyên xwe jî bi ser xelkê de mîna baranê diweşîne, li asîman şerê guhertina demgrafî dike di dema ku bi xwe jî tê de beşdar e!
Bi rastî ji ber ku platformên agahiyên civakî bûne qada qewalan yên ku tu sûdê li kesî li ser zemênê nakin, lê bi ser de bi şev û roj ji baniyê asîmanê entirnêtê ve temîniyan bi ser xelkê ku li ser erdê dijîn de dibarînin, lewra nivîskar ji wan dixwaze ku dev ji xelkê berdin, û di rûpela 21ê de em raserî cudahiyeke balkêş tên derbarê berfa sipî ya ku du hestên berovajî hev nîşan dide, û çawa ku quncê nerînê wateyeke taybet bi xwe diyar dike, ya ku belkî dijberî nerîna dî ya ji quncê dî ve be.
Xuya ye ku nivîskar ji çanda gelêrî ne dûr e, ji ber ku bi şêweyê hevokên folklorî jî hin caran nivîsiye, û em di berhemê de rastî hin nimûneyan tên, bi nerîna min nameya nivîskar di hevoka herî dawî de ye, û bi rastî ev gotin di cihê xwe de hatiye, ji ber ku ne her mirovekî bi salan mezin bûye dikare bibe çavkanî ji kesên derdora xwe re, û ne her mirovê ku temen dirêjî dîtiye, ew temenê dirêj nîşana dewlemendiya serborî û şarezabûn û hişmendiya wî ye.
Û derbarê kesên xweperest(nercesî) û di civatê de dema dipeyvin dixwazin bala xelkê bikşînin ser bejna xwe, bêyî ku tiştî hêja di tûrê wan de hebe, mezin diaxivin lê tiştî nabêjin, an gelek hevokan li pey hev datînin, lê wateyên nûjen an ne normal pêşkêş nakin, û li ser mirovê ku lêvegerekê ji xwe re çênake û li şûna ku li kêmasiyên xwe vegere tenê xwe dispêre dîwarê bihaneyan, li rûpela 38an binêr, û derbarê rola erênî ya her mirovekî di civaka xwe de û beşdariya wî di boneyên gelê xwe de, em di rûpela 56an de rastî diyalogek hêja tên, û di rûpela 59an de em rastî du pirsên giring tên, tabî cihê ku nivîskar qalê dike ne texmînî an nîgaşî ne, lêbelê her du pirs bi ketwar ve girêdayî ne, û bi tiştên ku ji sala 2018an de li deverên kurdî li Rojava pêk tên ve têkildar in.
Tevî ku di olên sereke de derew wek tiştekî kirêt hatiye bilêvkirin, lê derew bi hemû rengan di civakên Rojhilata Navîn de rojane bikar tê, û di çarçoveya derewan de di rûpela 67an de hatiye nivîsîn, û di warê mirovên ku tenê li gel nas û heval û meriv û dostên xwe de bi awayekî xerab tevdigerin û xwe li serê wan dikin qehreman, pirtûkê bi şêweyekî xweş rewşa wan nimûneyan di rûpela 81an de diyar kiriye, û di warê nivîsînê de nemaze li ser kesên gelekî dinvîsin û zimanê wan paqij e, lê tu raman nû an balkêş û taybet bi wa nivîskarî tê de nayê dîtin, ew mijar di rûpela 110an de hatiye şirovekirin, bi rastî di berhemê de gelek nivîsên di asta helbestê de hene, lê tevî wê jî nivîskar ew nexistine rêza helbestan û berhem tev bi navê pexşanê hatiye weşandin, û ji wan du mînakên helbestî di rûpela 115 û 136an de ne, sebaret bi kesên ku gotin û axaftinên xwe berovajî hev in, û çawa ku li ser medya civakî siloganên herî bilind radikin, lê li ser zemînê hîç naşibin wan gotinên mezin û ewe firîna mirîşkan pir nizim dikevin, em di rûpela 118an de nivîsa bi navê Meya Serkeftinê dixwînin.
Bêguman mînakên hêja di pirtûkê de gelek in û ne pêkan bû ku hemû hevokên ku li xweşiya me hatine em di vê danasînê de biweşînin, tabî di warê hilbijartina hevokên çak de her mirovek li gorî nerîn û kêfxweşî û çêja xwe wan bijardeyan dibîne, lewra dê baştir be ku her xwînerek li gorî dîtin û heza xwe li bin nivîsên ku bala wî bêhtir kişandine û dîtiye ku ew hevok bi dilê wî ne bikşîne.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Morîkên Rojnivîskê, Nivîskar: Majêd a Mihemed, pirtûk ji 144 rûpelan pêk tê, di heyva nîsana sala 2024an de ji hêla Weşanên DOZê ve hatiye çapkirin û belavkirin.
Welat Efrînî