Çîroka strana Besna Xelîl

Silêman Demir

Çîroka strana Besna Xelîl

Ji ber ku ev çîrok û stran kevn e û bi nivîskî tuneye, bi gelek awayan tê gotin. Mirov dikare rastiya çîrokên wilo a herî baş, ji neviyên wan, ji salmezinên gundê wan fêr bibe. Min jî wisa kir. Him Simaîl û him jî Besna ên Xelîl in, lê navê Xelîl ji bo wan rastahatinî ye, ew ne merivên hev in û ne ji heman gundî ne.

Li gora ku îro tê zanîn, Besna Xelîl ji Omerya, ji gundê Golê ye. Ji ber ku bûyer kevn e, bûyereke dûrî dema ye û nivîsandî tune ye, tiştê ku di vê derbarê de bûye çîrok maye ji me re, lewra jî em rastiyê bi esehî nizanin û herwiha em nizanin bê kengî ye jî, lê li gora agahiyên ku li ser zimanan mane û tên hesabkirin, bûyer dor salên 1860-1870 ye.

Wê demê Brahîmê Temo axayê eşîra Bûbilanan e; zilamekî girs, bi zend û lep e û tê gotin ku ew dewlemd e jî; ew di dema bûyerê de dora 70-80 salî ye. Rojekê li gundê Golê, li mala Xelîlê bavê Besna mêvan e. Gava piştî xwarinê, dike ku rabe û vegere mala xwe, Xelîl dengê xwe li maliyan dike û dibêje hespê Brahîm Axa amade bikin. Wî çaxî Besna keça wî hespê axê amade dike û jê re tîne ber derî. Gava Brahîmê Temo derdikeve û diçe ber hespê xwe, qilafetê wî, şiklê wî, nakeve serê Besna û loma jî di ber xwe de dibêje, ev Brahîm axa ye. Deng diçe Brahîmê Temo; li wê dinêre û dibîne ku keçeke spehî ye. Ji bavê wê dipirsê bê ma keça wî ye; bavê wê dibêje; belê keça min e. Birahîmê Temo dibêje ka wê bide min, bavê Besna jî dibêje, bila, hema ji te re Axe. 

Li ser wê bazara wilo li ser nigan, Besna ji Brahîmê Temo re kar dikin û wê didin wî. Brahîmê Temo wê li pişt xwe siwar dike û dibe ji xwe re. Rêya wan konaxa 5-6 saetan e, gundê wî Gurik (ya jî Sirêçkê, hema di binyê re ye), di binya Omerya re, di destpêka çiyan de ye. Brahîmê Temo, Besna ciwan dibe wir û li xwe mehr dike, Besna dibe jina wî ya heftan. (Ev awayê dana Besna, daneke ecêb e, ne li gora adetan e; herwiha zor û tirs jî ne pêkan e; lê agahiyên ku hene, bi vî awayî ne; lê hin şikên din ên lawaz hene ku Brahîmê Temo wê rojê vegeriyaye mala xwe lê piştî wê hin şandine xwestin û anîna Besnayê)

Hemû axa û serokeşîrên hêla me du-se jin dianîn; lê li ba axayên Bûbilaniyan anîna gelektir jinan adeteke seyr bû. Brahîmê Qaso, neviyekî Brahîmê Temo, hemdemê kalikê min bû, 8 jinên wî hebûn.

Li ba Omeriyan û Bûbilaniyan qelen hebû, ango mala zavê pere-zêr, ax û pez didan mala bavê bûkê. Brahîmê Temo wek qelen çi daye bavê Besna, ew jî nayê zanîn. 

Bûyer ji serî de ne bi dilê Besna ye, lê ne dilê wê be jî, ew bû jina yekî salmezin, bû jina wî ya heftan û tiştê tê zanîn, Brahîmê Temo 50-60 salan ji wê mezintir e; li gora stranê, Besna 14 salî ye, lê dibe ku ew 15, 16, 17 salî jî be, lê Brahîmê Temo 70-80 salî ye;. 

Li gora ku tê gotin û em ji stranê jî fêr dibin, Brahîmê Temo jinên xwe ji bo razanê û şevan, kirinê dorê û şevê li ba yekê radizê. Lê ew yek jî ne bi dilê Besna ye. Lewra şeva heftan gava dora wê ye, axayê ixtiyar tê dikeve ber wê û hema di xewê re diçe; ji Besna re bêhna xwêdan û zingarê dimîne.

Besna li ber qedera xwe û ciwanbûna xwe dikeve, bawer dike ku ew bedew e, hêjayê bibûya para xortekî ji xortên mala Mihemed Cizîrî, ango yekî ji mala axayên Omerya, lê ew li qelaçên Gurik ên rût bûye para yekî mezin, yekî kal. Besna van gazinên xwe dike stran, carê di ber xwe de distirê û diavêje ser xwe.

Ne dereng hewî û şirîk stranê dibihîzin û ji Brahîmê Temo re dibêjin ku Besna stranekê li ser xwe û wî dibêje û di stranê de gotinên nexweş ji bo wî dibêje.

Ew yek bi Brahîmê Temo nexweş te, radibe Besna dibe ser ziyaretê ku heman demê goristana Pîr Kemalê bapîrê Bûbilaniyan ê pêşî ye; ji Besana re dibêje; ez ê niha te li vir bikujim, ka ji min bibêje bê te di stranê ji bo min çi gotiye. Besna dibêje heger tu bextê zilaman û mêraniyê bidî min ku tu dê min nekujî, ez ê bêjim, ya na ez nabêjim. Brahîmê Temo bext dide wê ku ew ê wê nekuje. Besna stranê jê re dibêje; Brahîmê Temo lê guhdar dike, dibihîze ku Besna tiştên xerab ji bo wî nabêje, lê ew li ser ciwanî û qedera xwe, li ser bêdiliya xwe dibêje. Brahîmê Temo wê nakuje; bi hev re vedigerin malê.

Gava bûyer wilo be, bêşik e ku strana Besna Xelîl, Besna reben bi xwe li ser qedera xwe gotiye û belav bûye. Lê adeteke stranbêjiyê li ba Bûbilaniyan tune bû; em di dîrokê de li tu stranbêjên Bûbilanî rast jî nayên; guman ew e ku stranbêjên Omerî ew stran ji devê Besna girtine û belav kirine. 

Li gora ku Qasim Koç, ango stranbêjê Bûbilanî, ê ku hîna sax e û li Nisêbînê dijî, ji min re got, stranbêjî li ba Bûbilaniyan wek karê mitirban dihat nirxandin, karekî nizm bû, tu kesan xwe lê ranedikişand; ji xwe di dema 60-70 salên çûyî de, ji bal axayê wan ve hatibû derbendkirin. Qasim Koç salên 1990î, piştî ku ew derbendî-qedexe pûç bû derket û stran gotin û hîna jî dibêje. Lê min ne bihîstiye ku wî strana Besna Xelîl gotiye.

Ev stran li welatê me li gelek deveran, ji bal gelek stranbêjan ve hatiye gotin, tevan li gora xwe guhertin tê de kirine û gotine. Hemû stranbêjên ku stran gotine, li ber Besna ketine, li ser wê xeyidîne, ew biheq û Brahîmê Temo jî neheq dîtine; loma jî hinan di stranê de gotinên giran ji Brahîmê Temo re gotine. Gava stranbêjên dûrî herêmê stran gotine, bi gotinên girantir gotine.   

Stranbêjek ji ên pêşî, kî ye em nizanin, lê tê gotin ku lawên Brahîmê Temo ew ji ber gotinên stranê kuştine. 

Stranbêjên Omerî, ên vê dawiyê Şikriyê Fafî, Xidirê Omerî, Hiseynê Omerî, Ehmedê Gulê jî ev stran gotine; û herî xweş gotine. 

Omerya dor 15-20 km ji bakurê Nisêbînê dest pê dike, heta hidûdê Midyadê, Kercewsê û Mêrdînê ye; dor sed gundan heye.

Gundên Bûbilaniyan, 5 km li roavayê Nisêbînê li deştê dest pê dikin (Gurik tenê ne li deştê ye, ew di nava destpêka çiyan de ye), neh gundên wan li wê şerîta serxetê hene, lê bîst, bîst û pênc gundên wan li binxetê jî hene. Berê, berî ku tixûbê Sûriye û Tirkiye bê danîn, hemû eşîreke yekgirtî bûn.

Em Omerî û Bûbilanî du eşîrên cîran in, me gelek caran jin dane hev û me hev kuştiye jî; lê şikir, ev heye sed sal ku me hev nekuştiye.