Pirtûkeke balkêş ser mijara zimên, wêje û nivîsînê

Bayram Ayaz

Pirtûkeke balkêş ser mijara zimên, wêje û nivîsînê

BI NAVÊ EN-HEDU-ANNA DESTPÊ DIKE, BI ROLA ZIMÊN GARANTORÊ HEBÛNA ME DAWÎ DIBE

Ev demekî bû, min dixwest derbarê vê pirtûkê de binivîsim. Lê bûyerên diqewimîn mixabin vî karî bi paṣ de xistin.

Pirtûka behsa wê dikim ya nivîskar hêja kekê Silêman Demir e, Silêmanê Nisêbînî. Heta niha çendîn romanên wî çap bûne.

Kekê Silêman nivîskarekî wisa ye, nivîs ji wî hezdikin, ew jî ji nivîsînê. Xuya ye vî xususiyetê, wî bi dûyê ṣopa wate û cewherê nivîsîne xistiye. Baṣ e ku wilo qewimiyê, ji xezîneya zimanê kurdî re berhemeke hêja afirandiye.

Pirtûka bi navê "Hunera Nivîsînê (Roman, Helbest, Çîrok, Ziman)" berî ṣeṣ mehan ji aliyê Weṣanxaneya DOZê ve hatiye çapkirin. Dawiya sala bihûrî fersenda min a rûberû nasîna bi kekê Silêman re çêbû; me ser gelekî mijaran dûr û dirêj qise kir. Gelekî kêfxweṣ im bi vê nasînê û min sûdê ji wan gotûbêjan hilda.

Kekê Silêman Demir, zimanhezekî bihêz e, evîndarekî zimanê kurdî ye. Tiṣta min tê derxist, jiyana wî hema bêje bûye zimanê kurdî û nivîsîn. Helbet ev xwebexṣiya wî ya bo zimanê kurdî û bawerî û hezkirina wî bo netewe û niṣtiman hevdu temam dikin: Zimanhez, neteweparêz, niṣtimanperwer.

Jiyana kekê Silêman û berhemên wî li ser van sê stûnan in.

Vî çavdêriyê didim ber nirxandina xwendevanan. Ku pirtûkên wî xwendin, dê van her sê xususiyetên wî bixwe keṣif bikin.

Ji xwe bi kurdî nivîsîn bi serê xwe pîvaneke biryarder e.

Em werin ser pirtûkê.

Dîroka wêjeya gerdûnî bi jina dîrokî En-hedu-anne destpê dike. Ev dîrok, li dora 4276 salan e. Dikarim bêjim pirtûk bi vî navî û kûrahiyê destpê dike û pê ve diçe.

Çima En-hedu-anne?

Bersiva wê di çavkaniyên dîroka wêjeya gerdunî de û di pirtûka nivîskarê me hêja de heye. Xwînerê pirtûkê dê bikarin wan agahiyan bidestxin.

Wekî mirov pirtûkê dixwîne, dibîne ku nivîskar serî li gelekî çavkaniyan daye. Zanîn û agahiyên ji çavkaniyên biyanî kiriye kurdî û daye ber destê me. Em dikarin bi kurdî fêrbibin. Ev xebat alîkar dibe ku em ser vê mijarê bi kurdî bibin xwedî zanîn û helwestê. Zimanê kurdî jî bihêz dike. Ev berxwedan e li dijî piṣaftina zimên.

Nivîskar li ser mijarê gelekî xwendiye, agahiyan berhev kiriye û bi qayide û qalibên lêkolînî bi kurdiyeke xweṣ nivîsiye. Navê gelekî nivîskar û lêkolîneran derbas dike, rola kî di afirandina kîjan berhemên wêjeyî de çêbûye, pêṣkêṣ dike. Nimûneyên hunera nivîsîne di zimanên din de jî nîṣan dide. Xuya dibe nivîsîn hunereke taybet û paye bilind e. Hunera nivîsînê, bi gelekî cureyên xwe wêjeyê diafirîne. Wêje avzema zimên e; ew cih e ku ziman bi saya hunera nivîsînê xwe nûjen dike û ji nû ve diafirîne. Dema mirov vê pirtûkê dixwîne careka din pê dihese, bi çi qasî giring e zimanekî bi nivîskî werê hînkirin û werê nivîsîn. Bêguman xwîner dê di van xalan de gelekî agahiyên sûdwar hildin ji vê pirtûkê.

Hunera Nivîsînê dayika parastin û pêṣvedana zimanan e, bi taybet bo zimanên di bin gefa asîmîlasyonê de ne giringtir e.

Nivîskarê me hêja li dawiya pirtûka xwe çend nivîsên xwe ser zimên ji di beṣa dawî de bi cih kiriye.

Pirtûk bi nivîsa "Zimanê me, garantiya mana me ye" bi dawî dibe.

Ji gotina rast re, tenê serî tê çimandin, erê tê gotin. 

Armanca xebata min a dawî ku di bin navê Zimanname 1 û 2 derketin jî ev bû. Daku em hemû hev re bêjin: Ziman hebûn û xwebûna me ye, "garantiya mana me ye".

Dest sax be, hêja kekê Silêman. Xweziya min ew e, evîna te ya bo zimanê kurdî geṣtir be û ṣewata wê jî zêdetir be. Daku ev evîn berhemên nû biafirîne. Ji te re qewet be.

Hêvîdar im, ev pirtûk û berhemên din xwendevanên wan zêde bin. Wisa ku berhemên kurdî stûxwar û bêkes nemînin.

 

Bayram Ayaz 

30.03.2026