Zimannameya Bayram Ayaz

Eskerê Boyîk

Zimannameya Bayram Ayaz

Eva çend roj in ev pirtûka nû, ya nivîskar, siyasetmedar, rewșenbîrê me yî eyan Bayram Ayaz ZIMANNAME li ber destê min e. Xeyset e, çawa pirtûkeke nû kete destê min gerekê çi cûre jî hebe, demê ji xwe ra bibînim û naveroka pirtûkê ra bibim nas.

Pirtûk du cild in. Cilda ewlîn: Ziman û netewe-patriyotîzma zimanî û welatparêzî. Cilda dudan Siyaset û ziman-rêwîtiya min a bi zimanê kurdî ra.

Di cilda ewlîn da nivîskar li ser mijara netewe, neteweperweriyê û parastina ziman rawestiya ye, pêwendiyên navbera netewiyê û ziman da nirxandiye, di minak û gotinên rewșenbîrên meye netewî pêvajoya civakî, çandî, sîyasî daye ber hev, kûr û dûr analîz kiriye.

Temamiya herdu cilda da, fikir û ramanêm nivîskar li pey pirsgirêka zimên in. Çeka here xeter ku dagerkir dijî heyîtiya gelê kurd didin kêranîn tunekirina ziman e.

Nivîskar destê xwe danye li ser vê birîna gel a here bi êș, pirsgirêka hebûn-nebûna gel, ji aliyê dagerkiran va armanca bi destê zorê helandin, tunekirina vî gelî.

Ez berê ewlîn nivîskar û Weșenên DOZ ji bo weșena vê berhema giranbiha pîroz dikim wan ra serkeftinê dixwezim û bang xwendevan-weletparêzên doza kurdî dikim vê pirtûkê peyda bikin, bixûnin.

Ji dema belavbûna bawariya Ȋslamê girtî heta îro dagerkirên Kurdistanê ên civakî û bawarî bi dewranan ji xwera kirin e armanc bi çi cûreyî hebe, nav û nasnema vî gelî, vî welatî tuna bikin, di nava xwe da bihelînin, ji holê rakin. Tevî komkujiyên xezeb, hebs-zindan, zulm û zehmetiyan wek çeka tunekirinê ya here xeter bêrûmetkirin, înkarkirin, ji holê rakirin, heta herimkirna ziman dane kêranîn.

Hatina bawarya nû ra zimanê resmî, serdest, yê bawariyê, perwerdê, bîr û bawaryê, pêwendiyan bû zimanê ereban, zimanên gel û civakên berê wek çand, dîrok, erf-edet, eyd erefatên wan e berê hatin bêrûmetkirin, heramkirin, înkarkirin. Wê pêvajoyê da gelek gel û civak bûne qurban, li nav ereba da heliyan û holê hatin rakirin.

Ereba, bi navê bawariyê welatê xwe bi bajarên șên, qesir u sera, mizgevt, ciyên pîroz, merkezên bazirganyê, bi zêr û ziv xemilandin, zanyarya cihanê çand û edeba pêșketî kișandin nava welatê xwe, zanyarî-xudênasya ecêb bi înkarkirina bawariyên berî xwe efrandin.  Lê gelên wek kurdan tarya dîrokê nezaniyê, nexwendîtyê da hîștin.

Raste, kêm agahî û rastî gihîștine me, lê bi texmîna min, wê demê pêșiyên Ezdayan bi deb û çanda xwe, bîr bawariyê xwe, zimanê xwe yê zangîn ji ereban xurtir û dibe pêșdatir bûne, bi çiya-banî, deșt, çem û kaniyê xwe, axa xwe ya Mêzopotamiyayê ya xêr û bereket, xwesiya surușta wê va girêdayî bûne, ku wê pêvajoya dijwer da karibûn e nav û nasnema xwe ji wê tofanê biparêzin, nav Ereba da nehelin.  Pareke wan jî li ser bîr bawariyên pêșiyên xwe, ser koka xwe heta niha jî mane.

Șaristanî hatine derbas bûne. Sê gelan karibûne, ji bo kara xwe, bo deshilatdarî, pêșxistina ziman- çand, medenyeta xwe, wê bawariyê bidin kêranîn. Pey Ereba ra, Farisê Ȋranî û Sêlcûkên Osmanî bi seda salan navê xwe di dîroka pêșketina cihanê da nivîsîn… Kurd ji bo wan bûne piștmêrê helal, hêza parastina wan. Ji bo xwe tișt nekirin, nebûn hêza xwepêșxistiê, xweyî nav û nasnema xwe derketin, taryê û bindestyê da man… Wan jî her asteng dane xebatê, ku Kurd pêș nekevin, tariya nezaniyê da bimînin, negihîjin zaniyariya netewîyê.

Heta vê sedsala dewî dama Ȋmpêratoriya Osmaniyê hilweșiya. Dewletên Ewropî bi sûc, olperestî û nezanya kurdan welatê Kurdan di nava weletên cînar, birên wane musulman da perçe kirin…Disa wan her sê gelan bawarî xwera kirin çeka deshilatdaryê, zulmê ser temamya gelên musulmanên, wusa jî ser Kurdan...

Zulm û zora wan ya van sed salan li ber çavan e.

Nivîskar temamya herd cildê pirtûkê da li pey pirsgirêkên zimên e. „Bi salan e, komeke pirsên ku ez li dû me, bersîvên wan di vê xebatê de ji bo min diyar bûn. Dikarim bêjin, ev xebata li ber destê we berhema wan pirsan e. Min gelek pirs ji xwe kir, ji pirtûk û belgeyan kir, ji pisporan kir û ji kesayetên siyasî yên kurd kir. Ji kesayetên kurd, min bêtir di derbarê bikaranîna zimên de pirs kir û min xwest bizanibim, para me çi ye di rewșa îroyîn de?...

Ez naxwezim bikevim nava hûr giliyan, șîyaseta îro dor zimanê Kurdî tê meșandin binirxînim… Em guh bidin analîz, nirxandin, fikir û ramanê nivîskar û bifikirin heta kengê em parsgirêka parastina zimanê xwe benda xêrnexweza bihêlin.

30.04.2026