Zimanname Cild 1


"Şiyana lêpirsînê, girîng e. Li civakekê, ev şiyan çi qasî bi hêz be, ew civak hingî ewqasî bi pêş dikeve. Ji ber ku lêpirsîn, pêvajoya têgihîştin û keşifkirinê ye. Têgihîştin û keşif; zanînê, zêde dike. Zanîn, serçaviya serkevtin û pêşkevtinê ye.  

Min gelek pirs ji xwe kir, ji pirtûk û belgeyan kir, ji pisporan kir û ji kesayetên siyasî yên kurd kir. Ji kesayetên kurd, min bêtir di derbarê bikaranîna zimên de pirs kir û min xwest bizanibim, para me çi ye di rewşa îroyîn de? Di wan bersivan de jî agahiyên girîng û balkêş hene, ku dê di cilda duyem de werin weşandin. Min zêdetirî bîst hevpeyvîn çêkir.

Bi salan e, komeka pirsên ku ez li dû me, bersivên wan di vê xebatê de ji bo min hinekî diyar bûn. Dikarim bibêjim, ev xebata li ber destê we, berhema wan pirsan e."

Bayram Ayaz

Kurtejiyanek kurt ya rêzdar Bayram Ayaz di nav pêşgotina hêja Eskerê Boyîk de heye û bixwe jî ji kî bûn û ji kî derê hatiye dinê zêdetir dixwaze bi kar û xebata xwe ya ji bona azadî û rizgariya ax û welatê xwe yê dagirkirî bihête naskirin. Ayaz sala 1955an li Licê ya ser bi Diyarbekir hatiye dinê; zarokatî û xortaniya xwe li qezê jiyaye û xwendina xwe ya destpêkê û navîn jî li Licê kiriye. Xwendinên xwe yê din jî li Kırşehir, Diyarbekir û Enqere domandiye. Em jî dizanin ku Mamoste Bayram Ayaz di demên xortaniya xwe de ketiye nav refên şoreşger û kurdperweran û heta niha jî bi van hestên xwe yê welatperwerî û neteweperwerî tevgeriya ye. Bi salan di nav rêxistinên siyasî û sîvîl de xebitiye, bi van kar û xebatên xwe xwestiye xizmeta milet û welatê xwe bike, ax û miletê xwe ji destê dagirkeran rizgar bike. Ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî nêzîkê 45 salane ji welatê xwe yê ku gelek pê ve girêdayî ye dûr ketiyê lê her bi welêt ve girêdayî û di nav peywendiyan de bûye. Bayram Ayaz, bi van hestên xwe yê kurdewar gelek nivîs û gotarên bi naveroka xwe ve têr û tijî nivîsiye û di gelek platforman de weşandiye. Di nav Weşanên DOZê de jî nivîsên wî yên ku di rojnameya Peyama Kurd de hatibûne weşandin bi navê Li Kuçeya Thomas-Mann, dîwana wî ya helbestan a bi navê Hestname û Zimanname Cild 1 heta aniha hatiye weşandin. Nivîskar xwe wek şa’ir yan jî helbestvan nabîne, naxwaze wek helbestvan jî bête naskirin, lewra bi gotina wî: “tenê hestên xwe bi rêzikên ji dilê wî herikîne nivîsiye û derêxistiye ser kaxezê spî.”

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Zimanname Cild 1
Nivîskar / Yazar Bayram Ayaz
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259252971
Rûpel / Sayfa 416
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Ardıl Batmaz
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,