Çentak Pere


“Îcarê ev çente, ev pere ji ku hatin û ketin stûyê min; di payîza temenê min de, gava ez malnişîn bûm û min dixwest ez êdî jînê ji xwe re xweş bikim û bi aramî bijîm, ev bela hat serê min.

Bela... min her demê xwe ji belan diparast, û êdî niha bêhtir, lê dîsa jî ev bela hat serê min.”

Silêman Demir bi vê romana xwe, hewl daye sînorên fantaziyê û rastiyê, li ser bûyereke neasayî rabixe ber çavê xwîneran û hizra rastiyê, di huner û fantaziyê de bi xwîneran bide nîqaşkirin.

Silêman Demir

Silêman Demir, sala 1956an li Hebîsê gundê Nisêbînê hatiye dinyê. Malbata wî di dema zaroktiya wî de bar kir Nisêbînê. Wî dibistana navîn û du sal amadeyî li Nisêbînê xwend, lê sala dawîn a amadeyiyê li Farqînê xwend. Bi dû re du sal dibistana mamostetiyê xwend; dibistan temam kir lê wî mamostetî nekir. Ew sala 1985an çû Swêdê; 38 salan li wir jiya û kar kir. Wî ji bilî vê romana di destê we de, di dema jiyana xwe ya li Swêdê de, di ber karê xwe re, şeş roman, lêkolîna li ser jiyana Reşîtê Dengbêj, lêkolîna Hunera Nivîsînê nivîsîn û herweha pirtûkek helbestên Mayakovskî yên bijarte wergerand kurdî. Niha ew 69 salî ye û bi piranî li Diyarbekirê dijî.

 

Berhemên wî yên çapbûyî; 

 

* Sorê Gulê, Roman, Nûdem, 1997 Stockholm. 

* Koç, Roman, Roja Nû, 1998 Stockholm.  

* Piştî Bîst Salan, Roman, DOZ, 2007 Stenbol. 

* Kassandra, Roman, Avesta, 2009 Stenbol. 

* Li Parka Bajêr, Roman, DO, 2013 Stenbol.

* Serdema Bêbext, Roman, DOZ, 2025, Stenbol.

* Reşîtê Dengbêj, Biyografî&Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Hunera Nivîsînê, Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Çentak Pere, Roman, DOZ, 2026, Enqere.
 

Wergerên wî; 

 

* Şiîrên Bijarte, Mayakovskî, Werger, Nûdem, 1997 Stockholm & Delal, 2022 Enqere. 

* Keça Kurd Zengê, Cemşîd Bender, 1997 Stockholm, Nûdem. (Li gel Firat Cewerî)  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Çentak Pere
Nivîskar / Yazar Silêman Demir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546095
Rûpel / Sayfa 109
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Mem Al
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -