Li Kuçeya Thomas-Mann Peyama Kurd


Bayram Ayaz

Kurtejiyanek kurt ya rêzdar Bayram Ayaz di nav pêşgotina hêja Eskerê Boyîk de heye û bixwe jî ji kî bûn û ji kî derê hatiye dinê zêdetir dixwaze bi kar û xebata xwe ya ji bona azadî û rizgariya ax û welatê xwe yê dagirkirî bihête naskirin. Ayaz sala 1955an li Licê ya ser bi Diyarbekir hatiye dinê; zarokatî û xortaniya xwe li qezê jiyaye û xwendina xwe ya destpêkê û navîn jî li Licê kiriye. Xwendinên xwe yê din jî li Kırşehir, Diyarbekir û Enqere domandiye. Em jî dizanin ku Mamoste Bayram Ayaz di demên xortaniya xwe de ketiye nav refên şoreşger û kurdperweran û heta niha jî bi van hestên xwe yê welatperwerî û neteweperwerî tevgeriya ye. Bi salan di nav rêxistinên siyasî û sîvîl de xebitiye, bi van kar û xebatên xwe xwestiye xizmeta milet û welatê xwe bike, ax û miletê xwe ji destê dagirkeran rizgar bike. Ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî nêzîkê 45 salane ji welatê xwe yê ku gelek pê ve girêdayî ye dûr ketiyê lê her bi welêt ve girêdayî û di nav peywendiyan de bûye. Bayram Ayaz, bi van hestên xwe yê kurdewar gelek nivîs û gotarên bi naveroka xwe ve têr û tijî nivîsiye û di gelek platforman de weşandiye. Di nav Weşanên DOZê de jî nivîsên wî yên ku di rojnameya Peyama Kurd de hatibûne weşandin bi navê Li Kuçeya Thomas-Mann, dîwana wî ya helbestan a bi navê Hestname û Zimanname Cild 1 heta aniha hatiye weşandin. Nivîskar xwe wek şa’ir yan jî helbestvan nabîne, naxwaze wek helbestvan jî bête naskirin, lewra bi gotina wî: “tenê hestên xwe bi rêzikên ji dilê wî herikîne nivîsiye û derêxistiye ser kaxezê spî.”

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Li Kuçeya Thomas-Mann Peyama Kurd
Nivîskar / Yazar Bayram Ayaz
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9789944227445
Rûpel / Sayfa 368
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2008
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,