Gotin Sar Bû


“Eva dîrok e. Heger rewşenbîrên kurd ev hemû nekin dokûmêntasyon, xema kê ye? Kê wê xwe biêşîne, heger ne em? Lê hovîtiya ku li Geliyê Zîlan, Gilîdaxê, Dêrsimê, Diyar bekirê, cihan de dema Xumeynî, Helebce, Şengal, Kobanî, ka hejmar xilas dibe? Kanê dokûmêntasyona gelkûjiya van bûyeran? Lê eva xemsarî nîne? Eva gazina min nîne, eva gazina wan şehîdan e, wekî bi destê neheqan hatin kuştin û haya zindiyan ser wan yek bi yek nizanin.” 

Prof. Dr. Celîlê Celîl 

 

“Îro karê herî baş ew e ku ciwanên kurdan teybekê bigrin destê xwe û herin gundan. Tomarkirina stranan, çîrokan pir giring e. Hevpeyvîn bi kurdên ku tevî berxwedanên Qoçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê bûne re, tomarkirina axaftinên bi wan re divê neyên paşguhkirin. Dibe ku ev meriv di dema emrê xwe yên dawî de bin. Berî ku ew biçin rehma Xwedê, giring e ku ev qeyd bêne girtin.” 

Dr. İsmail Beşikci 

 

“Her mirov, her civak divê bi dîrok û serpêhatiyên xwe re rûbirû be û ji wê dersa xwe bigire. Civakên ku ji vê rastiyê direvin yan jî wê piştguh dikin ji rêya pêşketina xwe ya xwezayî dikevin, zirarê didin civaka xwe û civakên pêkhatên xwe. Merca sereke ya jiyaneke aşitiyane jî rûbirûbûna bi serpêhatiyên xwe pêk tê. Bingeha vê yekê jî ew e ku bi xebatên pisporên civakê dîrok û serpêhatiyên wê bi zanistî bên lêkolîn û ronahîkirin. Ev mînakên dîrokê yên bi zargotinî ku Nihat ji 10-15 salan pê re ye bi kedeke mezin lê dikole û diweşîne di rastiyê de xizmeta vê armancê dikin.” 

Mehmet Gültekin

Nihat Gültekin

Nihat Gültekin sala 1971an de li gundê Girberanê yê li ser navçeya Bazîdê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê wekîl mamostetî kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî hatine weşandin. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, kurdarastırmaları.com û bernamegeh.org de hatine weşandin. 

Nihat Gültekin di heman demê de, çêker û derhênerê sê belgefîlmên derbarê şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîwarê Me Jî Hilweşandine” jî ye. 

Gültekin, endamê PENa Kurd e. Heman demê de Weqfa İsmail Beşikci de wek rêveber dixebite. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha gulana sala 2014an vir de li Stenbolê dijî.



 

Berhemên Wî:

 
  • Bazid Cizre Buluşması, Belge, 2008

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010

  • Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011

  • Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013

  • Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014

  • Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018

  • Jîyaneke Li Pey ZanyarÎyên Kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019

  • Tahir Nas, Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan, Lîs, 2020

  • Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2022

  • Dîwarê Me Jî Hilweşandin, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2023

  • Salnama Ehmedê Xanî (5 cild), Tevî Mehmet û Bahar Gültekin. DOZ, 2024

  • Gotin Sar Bû, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan, DOZ, 2025

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Gotin Sar Bû
Nivîskar / Yazar Nihat Gültekin
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765447
Rûpel / Sayfa 416
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı DOZ
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -