Ferhenga Navên Zarokan (Cild)


Min di vê berhevoka navan de biqasî 3900 navên xwerû bi kurdî civandine. Lê ew ne hemû navên bi kurdî ne, ji ber dewlemendiya zimanê kurdî belkî beşekî biçûk jê ji tevahiya dewlemendiya navên kurdî be. 

Min tu nav ji ber xwe ve çênekirine. Navên ku min ji pirtûk, kovar, rojname û malperan dane hev, min çavkaniyên wan jî nivîsî ne. Lê hin nav jî nas û hevalên min, ji min re şandine, ji ber ku hêjmara wan hevalan zêde ne, ez nikarim navên wan çavkaniyê de binivîsînim. Sipas ji wan hemûyan re, keda wan jî di vê berhevokê de heye. Heta ku ji destê min hat min navên ku wateyên wan nizanibû nenivîsî, ji ber ku armanca min nivîsandina navan tevî wateyên wan bû. 

Hin navên ku nû hatine çêkirin, wekî Arhat, Dilhat, Raperîn, Jewtenya, Nûpelda û hwd, navên xwerû bi kurdî ne û bi fantazî û ruhiyeta kurdayetiyê hati ne çêkirin û bûne navên kurdan, ji ber vê yekê jî ew êdî navên kurdî ne. Eger navek bi tenê jî ji vê berhevokê ji bo keçeka kurd, lawekî kurd bê hilbijartin, ez gihiştime armanca xwe û min soza ji kekê xwe Mehmed Uzun re dabû aniye cih.

Mustafa Uzun

Mustafa Uzun

Mustafa Uzun, yekê sibatê di sala 1956an de li Sêwregê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya heta lîseyê li Sêwregê xwendiye. Piştî xwendina lîseyê wî li Ankarayê dibîstana bilind ya tapu kadastroyê xwend. Çend salan li Riha û Çermûgê wekî teknîsyenê Tapu Kadstroyê kar kir. Wî li Şaredariya Sêwregê du salan wekî fen amîrî kar kir, di heman demê de serokatiya sendikaya Genel İşê kir. Piştî cuntaya 12ê Îlonê ya 1980ê, ji ber zilma cuntayê wî welatê xwe terk kir û çû Swêd. Li Swêd wî li Universîteya Stockholmê de, di şaxa Mamostetiya bilind de beşa ma mostetiya kurdî xwend. Wî bi salan wekî mamosteyê zimanê kurdî li Swêdê kar kir. Ew niha li Diyarbekirê dijî.

Berhemên wî yên çapkirî;

• Em bi wênan dixebitin; (kurmancî, soranî, swêdî) pirtûka xe batê ya ji bo zarokên pêşdibistanê ye.
• Newroz
• Alfabeya Kurdî
• Tîpên Alfabeya Min
• Mem û Zîn: Pirtûkên xwendin û xebatê ji bo dibistanan
• Sîyabend û Xecê: Pirtûkên xwendin û xebatê ji bo dibîstanan
• Ferhenga Navên Zarokan
• Pirtûka Pêşdibîstanê

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Ferhenga Navên Zarokan (Cild)
Nivîskar / Yazar Mustafa Uzun
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259538303
Rûpel / Sayfa 276
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Mem Al
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,