Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê


Tradîsyona ku ji Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Xalid, Şêx Sexbetullah, Şêx Şahabeddîn û Şêx (Mele) Selîm pêk tê li Kurdistanê xeteketî neteweyî û dînî temsîl dike.

Vê xetê hewl daye li Kurdistanê îslameka reng bi kurdî pêş bikeve, lêbelê di şexsê Mele Selîm û Şoreşa Bidlîsê de ev xet ji hêla emperyalîstên wê serdemê û îttihadiyan ve hatiye astengkirin û qutbûneke mêjûyî li perçeyê Bakurê welêt rû daye.

Ev berhem, hewla vê yekê dide ku berê xwendevanan bide destpêka sedsala 20emîn û bi çavekî din pirsgirêka Kurdistanê û Şoreşa Bidlîsê binêrin.

Orhan Nûrî Amîl

Orhan Nûrî Amîl, di sala 1971an de li gundê Qelencuxê ya ser bi Çewlîgê ji dayik bûye. Li gund dibistana seretayî dûre li navenda bajêr dibistana navîn qedandiye. Herwiha li gel bavê xwe di medreseyê de perwerdehiya dînî wergirtiye. Amîl di sala 1991an de dest bi xebatên şoreşgeriyê kiriye, ji ber çalakiyên xwe 1993an de li Kırklareliyê hatiye girtin. Ew heya 1997an li girtî gehên Bayrampaşa û Umraniyeyê de zindanî bûye. Piştî salên girtîgehê di sala 2003an de berê xwe daye Ewrûpayê, li Hollanda, Belçika û Fransayê maye. Dîsa ji ber xebatên xwe yên siyasî ji hêla Interpolê ve hatiye girtin, çend mehek girtî maye. Piştî ku ji girtîgehê hatiye berdan têkiliya xwe ji xebatên rêxistinî biriye. Orhan Nûrî Amîl aniha li Fransayê dijî û li ser Şoreşa Bidlîsê xebatên lêkolînî dike. Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê yekem berhema wî ye.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê
Nivîskar / Yazar Orhan Nûrî Amîl
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259628011
Rûpel / Sayfa 168
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Your Frame Company
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,