Hunera Nivîsînê


“Gelek kes hene, dixwazin binivîsin; lê nizanin ku ew ê çawa binivîsin. Ev berhem rê nîşanî wan kesan dide, yên ku dixwazin bibin nivîskar û dîsa nivîskarên ku nû dest pê kirine. Nivîskar Silêman Demir, hemû ezmûn û tecrubeyên xwe yên nivîskariyê bi rêbazeke xweş pêşkêşî xwîneran dike. Helbet ne bi tenê nivîskar û kesên dixwazin bibin nivîskar wê ji vê berhemê sûd bigrin. Agahiyên gelekî balkêş di berhemê de hene ku her kesên ku dixwînin û têkîliya wan bi xwendinê re hebe dikare sûd jê bigre. 

Bi kurtasî mijarên di nav berhemê de; wêje çi ye, dîroka wêjeyê, roman, dîroka romanê, helbest, dîroka helbestê û helbet di nivîsîna roman û helbestê de, xalên ku divê nivîskar bala xwe bidine wan. Ev mijar bi berfirehî di berhemê de hatine veçirandin. Tiştekî din a berhemê jî ev e ku cara pêşîn e, nivîskarekî kurd tecrubeyên xwe yên nivîsê bi xwîneran re parve dike û dixwaze xwîner ji tecrubeyên wî yên nivîskariyê sûd werbigrin.”

Receb Dildar

Silêman Demir

Silêman Demir, sala 1956an li Hebîsê gundê Nisêbînê hatiye dinyê. Malbata wî di dema zaroktiya wî de bar kir Nisêbînê. Wî dibistana navîn û du sal amadeyî li Nisêbînê xwend, lê sala dawîn a amadeyiyê li Farqînê xwend. Bi dû re du sal dibistana mamostetiyê xwend; dibistan temam kir lê wî mamostetî nekir. Ew sala 1985an çû Swêdê; 38 salan li wir jiya û kar kir. Wî ji bilî vê romana di destê we de, di dema jiyana xwe ya li Swêdê de, di ber karê xwe re, şeş roman, lêkolîna li ser jiyana Reşîtê Dengbêj, lêkolîna Hunera Nivîsînê nivîsîn û herweha pirtûkek helbestên Mayakovskî yên bijarte wergerand kurdî. Niha ew 69 salî ye û bi piranî li Diyarbekirê dijî.

 

Berhemên wî yên çapbûyî; 

 

* Sorê Gulê, Roman, Nûdem, 1997 Stockholm. 

* Koç, Roman, Roja Nû, 1998 Stockholm.  

* Piştî Bîst Salan, Roman, DOZ, 2007 Stenbol. 

* Kassandra, Roman, Avesta, 2009 Stenbol. 

* Li Parka Bajêr, Roman, DO, 2013 Stenbol.

* Serdema Bêbext, Roman, DOZ, 2025, Stenbol.

* Reşîtê Dengbêj, Biyografî&Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Hunera Nivîsînê, Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

 

Wergerên wî; 

 

* Şiîrên Bijarte, Mayakovskî, Werger, Nûdem, 1997 Stockholm & Delal, 2022 Enqere. 

* Keça Kurd Zengê, Cemşîd Bender, 1997 Stockholm, Nûdem. (Li gel Firat Cewerî)  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Hunera Nivîsînê
Nivîskar / Yazar Silêman Demir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259628080
Rûpel / Sayfa 136
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Mem Al
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,