Beybûnên Yasemînê


Ferhadê Mihemed, hostayê lihevanîn û vegêrana detayen e; şibandin, danberhevkirin, îstîare, mubalexa û gelek hêmanên din ên ciwankariyê çîrokên ji rêzê digihînin asta herî bilind. Zimanê lokal yê wê herêmê bi reng, deng, aheng, bêhn û nermiya xwe bi kar tîne û tam û çêjeke cuda di ber xwendinê re beşdarî heza me ya xwendinê dike.

Berken Bereh

Çîrokên Ferhadê Mihemed ne tenê bi peyvan lê bi hestan hatine hûnandin. Di çîrokan de, hilma xwîna wî li pozê mirov dixe û gupegupa dilê wî bi awayekî aşkere di nav peyv û hevokan de tê bihîstin. Filozofê alman Friedrich Nietzsche di şahesera xwe ya bi navê Zerdeşt Wiha Peyvî de dibêje: "Ji her tiştê ku hatiye nivîsandin, ez tenê ji wî hez dikim ku mirov bi xwîna xwe nivîsiye. Bi xwînê binivîsî û tu yê bibînî ku xwîn ruh e." Belkî ji ber vê yekê min ji xebata Ferhadê Mihemed hez kir. Hevokan wî yên kurt, lê têrbiwate, rîtmeke wêjeyî ya xweser diafirînin ku xwîner dikişîne nav xwe.

Besam Mistefa

 

Ferhadê Mihemed

Ferhadê Mihemed, bi eslê xwe ji Siwêregê ye. Lê belê malbata wî ji ber hin sedemên eşirî mecbûr man koçî Hîlwanê kirine. Di Adara 1989î de li wir ji dayik bûye. Aliyê diya wî kurmanc, aliyê bavê wî dumilî ye. Dibistana seratayî, ya navîn û lîse li vî bajarî xwendiye. Di sala 2009an de li Zanîngeha Suleyman Demirelê dest bi xwendina Fakulteya Îktîsadê kiriye. Di salên zanîngehê de bi tesadufî rastî Hesenê Metê hatiye û ji wê rojê û pê ve bi temamî, heya îro, navenda jiyana wî bûye ziman û edebiyata kurdî. Herwiha bi beralîkirin û teşwîkkirinên Hesenê Metê û Selîm Temo, bi rêşînasiya kitêba Rêzimana Kurdî; hejmarên kovarên Hawar û Ronahî yên Mîr Celadet Alî Bedirxan dest bi nivîsandinê kiriye. Çîroka wî ya pêşîn di 2015an de weşiyaye. Paşê peyderpey nivîs, werger û çîrokên wî di gelek kovarên kurdî û tirkî yên têvel ên wekî; Zarema, Jehr, Tetirbe, Çîrûsk, Kurdeçîrok, Yaşama Uğraşı û Herdkovarê de weşiyane. Di sala 2020an de li Zanîngeha Harranê dest bi beşa sînemayê kir, salekê xwend, lê, paşê dev jê berda. Aniha li ser jiyana Serokê Giştî yê PDK-Tyê Faik Bucak, bi navê Tîrêjtav romanekê dinivîse, di ber ber re jî li ser jiyan, sînema û fîlmografiya Yılmaz Güney, kitêbekê amade dike.

Berhemên wî:
Hesabgêr F, Stockholm, Weşanên Apec, 2018
Hesabgêr, Diyarbekir, Weşanên Lîs, 2019

Xebatên wî yên Edîtoryal:
1. Hemû berhemên Mehmed Uzun ên bi Kurdî, 2020-2021, Weşanên Sel, Stenbol
2. Hemû Helbestên Hakimê Kurd Faik Bucak, 2021, li ber çapê ye
3. Hêviyên Şikestî, Mehmet İlyasoğlu, 2025, J&J, Diyarbekir

Wergerên wî:
1. Şikur Ozon Cebirî, 2020, Tilki Kitap, Stenbol, 2020

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Beybûnên Yasemînê
Nivîskar / Yazar Ferhadê Mihemed
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259628097
Rûpel / Sayfa 92
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Beşir Bayar
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,