Dursun Evren

Dursun Evren, sala 1962an li gundê Becekliyê, herêma Koçgiriyê ji dayîk bûye û bavê Cesûr û Şazîmedê ye. Perwerdeya dibistana seretayî li gundê xwe biriye serî. Heta 25 saliya xwe li gund jiyaye. Sala 1987an bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye. Ji 1989an ve jî jiyana xwe li welatê Awistiryayê didomîne. Heta niha xwediyê van berheman e:

  • Koçgiri Kürd Aşiretleri (lêkolîn), Weşanên Perî, 2008.
  • Acının Dili ve Rengi (bîranîn), Weşanên Perî, 2014.
  • Dîlber (roman), Weşanên Zanîngeh, 2017.
  • Pêşiya Derê Mala Cemo (pêkenok), Weşanên Name, 2023.