Nadir Nadirov

Nadirê Kerem Nadirov, 6ê Kanûna Paşîn 1932yan, li gundê Kîkaça Naxçiwana Azerbeycana Sovyetê ji diya xwe bûye. Sala 1937an bi malbatê re ji cih û warên ber dilê xwe ezîz bi darê zorê sirgûnî herêma Cambûlê, Qazaxistana Sovyetê kirin. Sala 1948an dibistana qazaxî ya navîn temam kir, sala 1953yan Fakûlteya Zanistên Xwezayî ya Enstîtuya Kizil-Ordayê ya Pedagojiyê ya bi navê N. V. Gogol (niha Zanîngeha Kizil-Ordayê ya bi navê Korkît-Ata) xilas kir. Di salên 1956-1959an de li Aspîrantûra Moskovayê ya Zanîngeha Pedagojiyê ya bi navê V. Î. Lenîn xwend.

 

Dîroka kar:

Mamosteyê kîmyayê li dibistana navîn ya bi navê K. Marks li gundê Çûlak-Taûyê (1953-1956), Serwerê Kafêdraya Kîmyayê ya Enstîtuya Xabarovskê ya Pedagojiyê (1959-1968), Prorektorê Enstîtuya Qazaxistanê ya Kîmyayê-Teknolojiyê, Serwerê Kafêdraya Kîmyayê û Teknolojiya Paqijkirina Neftê û Gaze (1968-1975, bajarê Çîmkendê, niha Şîmkend), Serokê Enstîtuya Kîmya -Neftê (petro-kîmya) û Xwêyên Xwezayî ya Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê (1975-1984, bajarê Gûryêvoyê, niha bajarê Atîraûyê), Sekreterê Sereke yê Zanyariya Sedirtiya Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistana Sovyetê (1977-1986, bajarê Alma-Atayê), Karmendê Zanyarî yê Sereke yê Enstîtuya Kîmya Neftê û Xwêyên Xwezayî ya Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê (1986-1987), Serokê Şaxê Qazaxistanê ya Enstîtuya Yekîtiya Sovyetê ya Zanyarî-Lêkolînê “Neft”, Cîgirê Pêşî yê Serokê Yekîtiya Zanyariyê-Deranînê ya bi navê Kazneftebîtûmê (1987-1996).

 

Ji sala 1996an heta niha: 

Cîgirê Pêşin ê Akademiya Zanyariyê ya Endezariyê ya Komara Qazaxistanê, Serokê Giştî yê Navenda Zanyariyê-Endezariyê ya Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê, Berpirsiyarê Sereke yê Kovara Zanyarî-Teknîkî Neft û Gazê.

Hemû agahiyên jînenîgariyê û profesyoneliyê di kitêba “Nadirê Kerem Nadirov” de ya ji rêzenivîsên “Bîblîografiya Zanyarên Qazaxistanê” (Almatî, 2013, 392 Rûpel) hatine raberkirin.

Xweyê zêdetirî 1200 xebatên zanyarî, 30 berhem, 10 kitêbên fêrkirinê, 270 nûjenî û patent, 8 nûjeniyên zanyarî. Wî zêdeyî 50 namzetên zanyarî û 12 doktorên zanyariyê perwerde û amade kirine. Navên wan hemûyan di kitêba “Bîblîografiya Nadirê Kerem Nadirov” de hatine binavkirin.

 

Dereceyên zanyariyê û navên hurmetlî:

Namzatê Zanyariyên Pedagojiyê (1959), Doktorê Zanyariya Kîmyayê (1967), Profesor (1970); Akademîsyenê Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistana Sovyetê (1979), Akademîsyenê Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistana Sovyetê (1983), “Nûjenvanê Yekîtiya Sovyetê” (1985), Akademîsyenê Akademiya Navnetewî ya Daçêkirina Ekolojiyê (1990), Akademîsyenê Akademiya Endezariyê ya Komara Qazaxistanê (1992), Akademîsyenê Akademiya Rûsyayê ya Zanyariyên Xwezayî (1992), Akademîsyenê Akademiya Bijîşkiya Profîlaktîk a Komara Qazaxistanê (1995), Akademîsyenê Akademiya Zanyariyê ya Endezariyê (1996), yek ji Damezirêner û Akademîsyenê Şerefê yê Akademiya Zanyariyê ya Başkortostanê û gelekên din...

 

Xelatên dewletê:

Ordêna Alaya Sor a Xebatê (1981), “Qurmet-??????” (1999), “Dostiq-??????” (2006), “Parasat-???????” (2011).

 

Medalya:

Ya ser navê M. V. Lomonosov ya Hevalbendiya Yekîtiya Sovyetê “Znanîê” (Zanîn, 1967), ji bo xebata bêhempa di 100 saliya bûyîna V. Î. Lenîn de (1970), 5 mêdalyayên Pêşengeha Serketinên Malhebûna Gelêrî ya Yekîtiya Sovyetê (1975-1991), Hevalbendiya Yekîtiya Sovyetê “Znanîê” ya li ser navê K. Ê. Sîalkovskî (1979), 60 saliya Komara Qazaxistanê ya Sovyetê ya Sosyalîst (1980), 30 saliya destpêka bikaranîna xaliya xam û xopan (1984), 100 Saliya Pîşesaziya Neftê ya Qazaxistanê (1999), Medalyaya Zêrîn “SPI” ya Rêxistina Navnetewî ya Piştgirîkirina Pîşesaziyê; Medalyaya li ser navê A. M. Podgornî “Ji bo keda mezin di nava pêşxistina karê endezariyê li Ûkraynayê”, Medalyaya 10 saliya Qazaxistana Serbixwe (2001), Medalyayên li ser navên El-Ferabî, Ç. Valîxanov ya Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê (2005-2008), 5 medalyayên “Xudanê Nûjeniya Zanyariyê” ya li ser navê Xelatgirê Nobêlê P. L. Kapîsa (2005-2008), Medalyaya “Astana” (1998), Medalyaya “Şerefa Endezariyê” ya Hevalbendiya Zanyariyê û Endezyariyê ya Navneteweyî (2009), Medalyaya Zêrîn û Xelata li ser navê Akademîsyen Û. A. Coldasbêkov (2010), Medalya û Hurmetnameya Qedirgirtinê ya Pêşengeha Navneteweyî ÊKSPO-10/Şanhay, Çînistan (2010), Medalyaya Zêrîn a Mezin a Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê (2010); Medalyaya Zêrîn a Mezin a Akademiya Endezariyê ya Navnetewî ya Komara Qazaxistanê (2011), Mêdalyaya Zêrîn a Mezin a Akademiya Endezariyê ya Gelêrî ya Komara Qazaxistanê (2011), Mêdalyaya Zêrîn a li ser navê A. Baytûrsînov (2011), Medalyaya ????????? ??????????????? ?????????????? 20 ??? (2011), Medalyaya 20 Saliya Akademiya Endezariyê ya Navneteweyî (2012), 20 Saliya Assambleya Gelên Qazaxistanê (2015), 70 saliya Serketina Mezin (2015) û yên din.


Xelat:

Xelatgirê Dewleta Qazaxistana Sovyetê di warê zanyarî û teknîkê de (1980), Xelatgirê li ser navê Akademîsyen Î. M. Gûbkîn (1983), Xelatgirê li ser navê Akademîsyen K. Î. Satpayêv ya Dereceya Pêşî (2003).


Navên hurmetlî:

 
  • Serketiyê Perwerdehiya Gelêrî ya Komara Rûsyayê ya Sovyetê ya Sosyalîst a Fêdêratîv (1967)

  • Karmendê Emekdar ê Zanyariyê û Teknîkê yê Qazaxistana Sovyetê (1982)

  • Neftçiyê Hurmetlî yê Yekîtiya Sovyetê (1991)

  • Endezyarê Bêhempa yê Sedsala 20î (2000); Endezyarê Şerefê yê Komara Qazaxistanê (2001)

  • Nîşana Qedirbilind “AGA” “Ji bo serketinên di karê pêşxistina pîşesaziyê de” (Fransa)

  • Binavkirina wekî “Mareşalê Zanyariyê” bi Medalyaya Napolyon (Fransa, 2004)

  • Hemwelatiyê Şerefê yê Navçeya Talasê, Herêma Cambûlê (2006), Şîmkendê (2006), Kizil-Ordayê (2007) û herêma Atîraûyê (2013).

 

Karkirina civakî:

  • Serokatiya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê-Berbangê. (Salên 1997-2003yan)

Ji sala 2003yan ve Serokê Şerefê yê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê-Berbangê.